{"product_id":"robin-hood","title":"Robin Hood","description":"\u003cdiv class=\"ozet\"\u003eHeke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba?\r\nMa we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên\r\nxwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku\r\nserê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û\r\nwe yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; “Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!”\r\nnaxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne?\r\nHeke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe\r\nli daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li\r\nbin kendalekî bi hêwa, razabana.\r\nHûn û yên wekî we, hûn ê bibûna yek û we yê diziya wan ên zengîn û zordar\r\nkiriba. Ew ên ku bûbûn sebebê jar û perîşaniya we. We yê li welatê xwe li hemberî\r\nneheqî û bêdadiyê doz kiriba. Ji bo vê dozê jî wê serê we ketiba belayê; we yê\r\nzehmetî kişandiba û we yê nizanîba bê sibê wê serê we li ser kîjan balgîfê bûya?\r\nHûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir,\r\nwalîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana.\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e","brand":"Aram yayinevi","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60949097611594,"sku":"ARAM-002","price":9.67,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/2_1730259699592384.jpg?v=1769464673","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/robin-hood","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}