{"product_id":"rojnivisen-girtigehe","title":"Rojnivîsên Girtîgehê","description":"Of, of, ev navê me ye... Em ki ne, girtiyên darbeya 12ê Êlûnê, ku ji bill gotina (...) \"faşizma reş û belgeyên şermezariyê\" tu gotinên din li bejna wê nayên e... Em, ew mirovên ku her şaşî û û xeletiyê x jî wek alav û amûrekî fêrkirin û dersgirtinê dibînin in. Gelek caran, kelih û bircikên hêviyên me dihêrivin, şalûl û bilbilen dilê me lal dibin, kezeba me diherhilê. Dîrok dikevê xefka deme û dem jî di nava matematika hişmendiya civakê de difetise.\r\n\r\nCivak kerr û lal kirine... Of!...\r\n\r\nOf ji kolanan tê, ji ezman dibare of, diwar dibêjin of û girtî dibêjin of... Êdî nema dikare di nava tixubên dema kin û teng da tevgerê bike. Şerê ku em, girtiyên di zindanan de ji bo azadiyê bidin, bi sekna me ya li dijî otorîteya (....) faşizmê ve girêdayî ye. Şerê me li me vegeriyaye, azadiya em dixwazin li me bûye rekiha zêrîn û di baxçeyê xeyalan de em zincîr û lele kirine. Kevirên dîwarên bilind, hest û hestiyên me hev dihejmerin, çavên me û kelêtî, hişmendiya me û rijiya diwaran hevûdin diramêsîn. Meş jî berdewam dike; meşa ber bi armanc û mirinê, meşa ber bi hêvî û dawiyê... Meş berdewam dike...","brand":"Do","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954122649930,"sku":"DO052","price":12.57,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/rojnivisen-girtigehe.jpg?v=1769527686","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/rojnivisen-girtigehe","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}