{"product_id":"sapat","title":"Şapat","description":"“...Çi ye, ne çi ye? Mêrik nivîskaaar e! Nivîskarê bêpere, bênav û bêhizûr… De îcar te xêr e bavê minooo, te xêr e? Tu çi dinivîsî? Çend kes nivîsên te, çîrok-mîrokên te, roman-momanên te yên derewîn dixwînin? Yanî bixwîne çi ye û nexwîne çi ye? Ka ew qas bira û xwehên te hene, ew qas meriv û mihubên te hene, ew qas heval-mevalkên te hene, ka çend kesan ji wan nivîs-mivîskên te xwendine? Hema va ye ez jina te me, ka min çend tiştên te xwendine? Ma çi gû tê de heye ku ez bixwînim?...\r\nEw her dike pitepit ku odeyeke wî tune ye, ew nikare di nav qelebalixiyê de tu karî bike.\r\nDe îcar ji xwe re li behaneyê binêrin... Ma kesî bi destê te girtiye, mêro? Tu ji sibehê û hatanî êvarê hewante li malê rûniştiyî û kî zane bê tu bi wê kompîturê çi dikî. Bi kê re chat û metan dikî, îcar çi ye, ne çi ye, ew dinivîse. Tu çi dinivîse? Hêç! Tiştên sapiq mapiq û faziq.\r\nKa qala xwe bike, qala xwe… Bi rastî jî qala xwe bike. Tu çi ji jin û zarokên xwe re dikî? Tu çi ji bo wan, ji bo pêşeroja wan difikirî? Ka te wek xelkê çi ji me re kiriye? Hêç! Çi ye û ne çi ye, mêrik  nivîskar e. Nivîskarê çi ye? Yê Eyşê û Fatê ye, yê Xeto û Remo ye. Êêêê, ê me çi? Me çi ji te fêm kir?”","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953729401162,"sku":"AVES-074","price":4.28,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/sapat-enwer-karahan.jpg?v=1769526072","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/sapat","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}