{"product_id":"semaya-dini-di-ezdiyatiye-da-2","title":"Semaya Dînî Di Êzdiyatîyê Da","description":"\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003eKêşana semayê govenda ayînî û secûdeye bo nûra(dîndara) Xwedê.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003eÊzdiyatî yeke ji bawer û diyanetên li ser rûyê erdê, yê mîna (Someriyan, babilyan û Mîtrayan) kevnar û kûr e. Ew bi sirûştê dinyayê ve girêda ye; weke pîroziya (rojê, heyvê, sitêrrê, û ...hwd.). Êzdiyatîyê Xwedê bi van tiştên sirûştî naskiriye, hizir û şaristanîya kevin û nû, ya mirovatîyê di nav xwe de hembêz kiriye, bi taybetî şaristanîya rojhilatê, ji wan jî Mîtrayî (Mîtra perestî). Berdewama zanîn, rê, risim û adetên Êzdîtîya bavkalan li parizgeha Lalişa pîroz têhne geran.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003eDi Êzdiyatîyê de sema yek ji nîşanên Xwedênasiya dêrînî û resenîyê ye. Li gorî mîtolojiya Êzdiyan, rê û rismên semayê vedigerine berî destpêka jiyanê li ser rûyê erdê. Semaya dînî di Êzdiyatiyê da, yek ji nîşanên Xwedê nasiyê ye, anku sicudete bo hebûn û hêz û kerameta Xwedê ye. Êzdiyan li ser demê mêjûya xwe, bawerî bi yekîniya Xwedê û her heft milyaketan hebûye. Her wesa bawerî bi tiştên siruştî yên mîna: ax, av, bayî, agir ku ji durê peydabûne hebûye. Lewma heta niha jî li demê kêşana semayê agir tête vêxistin û sê cara semakêş li dor dizivirrin. Êzdiyan her ji kevin da agir kiriye nîşan bo berdewamiya ronahîya rojê bi şevê.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003eSema gelek sembolên jiyanê bi xwe ve girêdide. Ew ji kevn de û heta îro roj di Êzdiyatîyê de heye. Kevnarîya wê di rêya gelek bizavên sirûştîyê, rewşenbîrî û mêjuwa gelan de jî diyar dibe. Ew gelê ku ev cûre govenda wî ya ayînî hebe, ewî pêşkeftî ye.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003eJi edebên dînê Êzdîyan :\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003e„Ya herame selef, dîzî û dereo\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003eKuştin, zina û xeberdan ji ne bo\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400\"\u003eÛ yê ji xêrî Xwedê ra secûde bo „ Pîr Xelat Elîyas\u003c\/p\u003e","brand":"Na","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953976570186,"sku":"NA-117","price":6.26,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Semaya-Dini-Di-Ezdiyatiye-Da.jpg?v=1769527166","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/semaya-dini-di-ezdiyatiye-da-2","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}