{"product_id":"sifa-gerdi","title":"Şîfa Gerdî","description":"Kitêba li ser xebat û jiyana rojnameger Şîfa Gerdî, bi navê “Şîfa Gerdî\r\nÇîroka Rojnamevaneke Wêrek” derket. Berhem ji aliyê hevkarên Gerdî,\r\nTora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û Besam Mistefa jî ji\r\nsoranî wergerandiye kurmancî.\r\nŞîfa Gerdî sala 1987an wek gelek zarokên welatê xwe li Kampa Zêwe,\r\nkampa penaberan, Rojhilatê Kurdistanê hate dinyayê. Piştî xwendina\r\nmedyayê li Rûdawê dest bi karê rojnamevanî kir. 2016an operasyona\r\nkontrolkirina Mûsilê dest pê kir. Ligel destpêkirina operasyonê, bi\r\nprogrameke rojane bi navê “Focus Mûsil” derket ser ekrana Rûdawê. Li\r\nser daxwaza xwe diçû Mûsilê û bi şevan çîrok û hevpeyvîn û dîmenên\r\nbalkêş ên komkirî li Mûsilê nîşanî temaşevanan dida, wek pêşkêşkareke\r\ncîhanî derdiket. Ew li çîrokên mirovî digeriya. Rojekê behsa\r\nçarenivîsa keçên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin dikir. Rojeke din\r\nçîroka kalemêr û pîrejin û zarokên wan ên reviyayî vedigot. Rojekê\r\nlihawarçûnên tendirustî û xorakî lêkolîn dikir. Rojekê jî temaşevan\r\ntûşî sûprîzê dikirin û bi kîvroşkeke birîndar re derdiket ser ekranê.\r\nRoja 25.02.2017an Şîfa Gerdî careke din çûbû Mûsilê da çîrokeke din ji\r\nprograma xwe re bîne. Plana wê ew bû ku dotira rojê mêvanekî şareza\r\nbibe ser Çala Xesfeyê, ku Çala Mirinê bû û DAIŞê bi dehan însan tê de\r\nkuştibûn. Lê nikarîbû vê yekê bike, di dema kar de û di nava hizrîna\r\nli ser anîna çîrokeke cengê de, bi bombeyekê jiyana xwe ji dest da.\r\nDi vê berhemê de ligel bîranîn û nivîsar, teksten edebî û peyamên\r\nsersaxiyê, lêkolîna akademîk a Şîfa Gerdî a bi navê “Rûdaw çawa\r\nhilbijartinan rûmal dike?” dike ku mirov vê rojnamevana wêrek û şareza\r\nji nêz ve binase.","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954332004682,"sku":"AVESTA399","price":8.12,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/sifa-gerdi.jpg?v=1769530074","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/sifa-gerdi","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}