{"product_id":"sihren-mizewran-d8-b3-d8-ad-d8-b1-db-8e-d9-86-d9-85-d8-b2-db-95-d9-88-d8-b1-d8-a7-d9-86","title":"Sihrên Mizewran سحرێن مزەوران","description":"\u003cdiv class=\"ozet\"\u003e\r\n\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eSihrên Mizewran-Ergin Öpengin\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nEz ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa’iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa’ir lê baniyaye û exlebe ji her şa’irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteyan li sîngê demê nîgar bike bi mandegarî. Ji dewra Matsûo Başoyê japonî ta bi Jack Kerouacê emrîkî û Berken Bereh û gelekên dîtir ên kurd, weku di Sihrên Mizewran a enwaê’ newadir û cewahir û elwanê nefais a şa’ir Ergîn Sertemî de hatiye, haîkû kurttirîn qebare ye, lê kûrtirîn nîgar e:\r\n\r\nXanîkê tenê\r\n\r\nLi xeta rêl-zeviyan\r\n\r\nPaceyên ronî\r\n\r\nBi Sihrên Mizewran a haîkûnameya rengesmanî re Ergîn Sertem ê ‘esilba yê şa’ir, wergêr û zimannas û ekterê xas ê vê dewra zimanê me keşkola haîkûyên bi kurdmancî hem bi xweşikî vedijîne, hem jî tixûbên haîkûnivîsînê berfirehtir dike, bi hêz û şiyana wî “ezmanê dî” yê ku ji gerdûna Ehmedê Xanî û Mela Se’îd Şemdînanî xwe gihandiye heyna Fêrîkê Ûsiv û heyama me hemûyan.\r\n\r\nHaîkûyên Sihrên Mizewran hûrgiliyên rewneq ên xasenezera xaseşa’ir Ergîn Sertemî ne, ku ruhdêr û nayab in.\r\n\r\n\u003c\/div\u003e\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/avesta-yayinlari\/\"\u003e\u003cstrong\u003eAvesta Yayınları \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin\r\n\r\nJi bo hemû berhemên  \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/ergin-opengin\/\"\u003e\u003cstrong\u003eErgin Öpengin\u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003e vir bitikînin","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60949102559562,"sku":"AVESTA-255","price":6.16,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/sihren-mizewran.jpg?v=1769464707","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/sihren-mizewran-d8-b3-d8-ad-d8-b1-db-8e-d9-86-d9-85-d8-b2-db-95-d9-88-d8-b1-d8-a7-d9-86","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}