{"product_id":"xelek","title":"Xelek","description":"\u003cstrong\u003eXelek,\u003c\/strong\u003e seba go çîrokê di nava xwe’d bi’hebîne û ew bixwe jî di nava romanê de bi’hebe, qebûlên ferzkirî ên çîrok û romanê diçirrîne, tixûbê navberê radike, çîrok û romana cihlê’herrimî diherikin nava hev du û veguhêztineke efsûnî diqewime: \u003cstrong\u003eXelek\u003c\/strong\u003e. Ev Xeleka efsûnî bi ser xwe de tê girtin û \u003cem\u003elîstika hê nehatiye nivîsîn\u003c\/em\u003e dest pê dike: Perde tê vekişandin, di ronahiya vemirî de, qilafetê tariyê kişif dibe û paşê dengek tê bihîstin, ev ne dengê sûflor e, ne jî dengê lîstikvên. Hew qilafetê tariyê heye li ser dikê û dengekî bêdev:\r\n\r\n\u003cem\u003e“Ez di vî fîlmî de hem derhêner im, hem listîkvan.”\u003c\/em\u003e\r\n\r\nDi tunebûna qilafetê “ez” de, deng, di bêdengiya bilindahiya xwe de dibe EpîFanoz, çirûskên Epîfanozê, qilafetê tariyê dike mirêkeke derizî û di derzan de kom-dîmen û kom-bûyerên neqewimî ji çavan ve ditesilin.\r\n\r\nGotin, her go hev du dixwun, qewmîn zêdetir dibin.\r\n\r\nDeng, her go di bêdengiya xwe de hildişe, bejna metna Şems Qemer ji nava Tsûnamiya Romanê û Entropiya Çîrokê bilind dibe ber bi asoyên edebiyatê ve:\r\n\r\n\u003cem\u003e“Li ser xalîçeya dîwêr, xezalek li ber avê; çavek li avê dinere, ê din li ber revê.”\u003c\/em\u003e\r\n\r\n\u003cem\u003e \u003c\/em\u003eKovan Baqî","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954332561738,"sku":"AVESTA393","price":5.7,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/xelek.jpg?v=1769530084","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/xelek","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}